Were bilbil xweş binale
Nebêje ma ev çi hal e
Derdê xwe ez bêjim bilbil
Te bimîne bê deng û zare
Halê xwe ez bêjim bilbil
Derd û xema êrîş bir dil
Li ser can tim keder û kûl
Cerg û dil ji ber dinale
Kes nebîne çi zor derdî
Min derman û melhem nedî
Min dikûjin hêdî hêdî
Selo azad û hêjar e.
Ji min tim ev qîr û hawar
Bilbil jî ma bê deng û zar
Va îro jî li min bû êvar
Ma ne bi şev êş dijwar e.
Bi şev birîn diaxive
Cerg û hinav dihêrive
Dil betilî hêdî dilive
Kefen bi min re heval e,
Melkemot li can bû suwar
Dil û hinav tev hatin xwar
We gelekî keda min xwar
Qet li we nabe helal e
Bilbilo ev e halê min
Ev bû sîh û dû salê min
Kirin wêran temenê min
Qurdîsî kalkî sed sale.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Kalê Qurdîsî şiirlerine dön