Ger tu ne delal û rind be
çi evîn e di dilê min de
Evîna te ne ji agir be
çi hêsîrin di çavê min de
Dêmê yara min sor nebe
Ne ji xwîna canê min be
Bihara te rengîn nabe
Ne Newroz û cejna min be
Warê te qet şahî nabe
Ne ji keç û xort ê min be
Tû xweş xanim û xatune
Ger şûn text ê dile min be
Li ser rûne bi nazdarî
Xec şêrin û Zîn a min be
Te himbêzkim her çar parî
Hec û qûble û kaaba min be
Ma wê kî te bide zanîn
Ne pênûsa kalê min be
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Kalê Qurdîsî şiirlerine dön