Xweşî û şahî te neda min
Jînek bê ken kir para min
Parçe perçeye war ê min
Yêzdan navim ev çi jîn e
Bi hezaran derbas bûn sal
Jînek nexweş her demê tahl
Te daye vî rebenê kal
Yezdan navim ev çi jîn e
Ez însan im ka heqê min
Kanê war û ka xaka min
Kanê çand û hunera min
Yezdan navim ev çi jîn e
Ji nûv re min bin jiyanê
Azad bikim Kurdistanê
Bi rûmet bim li cîhanê
Yezdan navim ev bi jîn e
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Kalê Qurdîsî şiirlerine dön