Jan Dost
Jan Dost
2 görüntülenme
0 beğeni
Bi min jehra ji dest yarê şerab e
Cîhan bê wê li ba min wek serab e
Bi şahî carekê rûnim teba wê
şeva tarî bi min ronak û tab e
Kenê wê wek siba ko roj hilê zû
Weke gewher li ser tacê xuya be
Du çavên wê du helbestên Cizîrî
Heçî xwendî tucar jê têr nabe
Du lêvên wê du peyxamên evîn in
Sivik maçek ji wana re cewab e
Dilê wê hişk û pola wek kela ye
Ku canê xwe nekî mifte venabe
Newêrim ez ji vê yarê cuda bim
Ditirsim can ji laşê min cuda be
Evîna me ne bes deryayê Wan e
Firat û Dîcle û Aras û Zab e
çi hêja ne şehinşahên cîhanê
Ku yara min ne ew şaha dila be!
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Jan Dost şiirlerine dön