Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Jan Dost

Jan Dost

2 görüntülenme 0 beğeni
Ezê çibkim ji barana buharî Evîna te bi ser min de dibarî Weke hîva gulanê ye evînet cîhan bê wê şikeftek kûr û tarî du lêvên tey tenik hingiv dirêjin şêrîn in rengê helbestek Hesarî kenê tey nêrgizî şêrîn û nazik dilê min hiştiye gêj û xumarî ji te dûr im çivîk im bê perîk im di xefkê de dikim axîn û zarî dibe navê xwedê rokê ji bîrkim ji bîrnakim tucar bejna çinarî li benda te dimînim her şevê ax li dil wek xenceraye bendewarî evîna te dilê min kirye pêtek çiqas ba tê venamre nabe arî Bêrût 4.1.91

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Jan Dost şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz