Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Jan Dost

Jan Dost

2 görüntülenme 0 beğeni
Min li ser arê evîna te biraştî ev dila Berfa tê de hiliyaye bişkivîn xunçê gula Weke teyrê persipî işqa te dil de difire Dilê kavil boyî derda bûye lûsa bilbila çi xweş e ev işq li dil rengê buhara zû were Piştî berf û seqem û rûtbûna şaxan ji pela Dilê min bê işq şikeft bû barçemok tê de dijîn çoleke kerr bû tenê têde dizûrîn çeqela Kavilek bû kunda têde çêkirin hêlîn û lûs Bayê işqê lê hilat û hilweşand ew kavila Weke baranê evîna te di dil de barîya Dil eger axeke tî be işq e barana dila Mehrecana kêf û şahî di dilê min de gerî Bûye Newroza evînê cî nemaye bo kula şadîyê govend gerandî keskesor wergirtî dil Dane hev dest bo semayê yasemîn û sorgula Mehrecana dil e îro were yarê: mehrecan Ne xweş e ger tu ne lê û ne tu bî şaha dila 18-8-91 Bêrût

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Jan Dost şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz