Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Jan Dost

Jan Dost

2 görüntülenme 0 beğeni
şevên Beyrût reş û tarîne tevda Bi ser min de giran tên rengê derda Tenê me dûrî Kurdistan dinalim Weke teyrê ku hêlîna xwe berda Refê min wa li Kurdistanê difrin Dinalim ez li ser darên Bi`ebda çivîk im distirêm dûrî çivîkan Xerîb im ez li nav van zax û kunda Ne dengê min bi wan xweş tê ne yê wan.. Bi min xweş tê, tenê me mame winda Mirov her xurbetê dijwar dibîne Ne xasim xurbeta ko tev di şer da Ketim ber penceyê vê xurbeta zor Di dil min de xeman ala xwe hilda Bi soz ger min welat azad bidîta Ejî azad li nav wan şar û gunda Minê enya xwe danî ba li erdê Bi axa sor minê çavê xwe kil da Bêrût 5- 11-990

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Jan Dost şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz