Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Jan Dost

Jan Dost

2 görüntülenme 0 beğeni
Lêvên wê du fincanê ji qehwaya bi şîr in Qeymax û penîr in çavên wê du berx in di dilê min de diçêrin Geh xencer û kêr in Sînga wê ji berfê ye memik gogê herîr in Yan baxçeyê mîr in Destê mi diz in tim xwe di nav de vedişêrin Cengawer û şêr in Wek horiyê min dîbû li ser qûma peravê Ew gawirebavê Laşê ter û nazik ketibû ber şewq û tavê Wê gerden gulavê Ez hatim bi ser de weke baran û xunavê Wek bazê li ravê Bêhiş ketime derya evînê heta navê Jê pêve mi navê Bûm rengê Tetaran mi çi dî min kire talan Bû qewxe û halan Ez bûme zinarê ku ji jor tête newalan Sêr çûye xezalan Keç bû geliyê Teyran li Efrîn, bûme Salan Qessabê delalan Em bûne leşek tiştê me kir nayê xeyalan. Mah û dem û salan 13.5.90 Bêrût

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Jan Dost şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz