Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Îlhamî Ozer

Îlhamî Ozer

23 views 0 likes
Dema şev Nola gurekî birçî Tê mêwaniya dilê min Mîna pezê nîvxeniqî Dikevin rêzê û çi qas moz û kêzên Tirsonek û veciniqî hene Dibin hirç û berazên Cendekên min ê ji kêm û xwînê Dema şev Nola hûtekî bêhefsar û heftserî Tê mêwaniya dilê min ê bê şibake û bêderî Hemû şaneyên min ên serserî Bi nokerî Ji êş û janên kul û birînên min re Dibin parî û kerî Di wê dema Dufelqe û rûqame de Tu, hi teşiya aramiyê Xeweke hê sî Ji min re dirêsî Ez jî dilê xwe yê Mina qaxên xwînê Ji nava devê Gur û hûtên şevê dikşînim Bi aveke nerm û şêrîn dihişirînim Nola guhareke zêrîn û wek xelateke hi wate Bi dizî dikim destê te

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Îlhamî Ozer
🛒 0

Your Cart