Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Îlhamî Ozer

Îlhamî Ozer

2 görüntülenme 0 beğeni
Di van danên dawîn de Di xetêti eniya min de Hinek dilopên xefilî Mîna zîpîkên bi lome û gilî Dişemitin çavê min ê teng û zelûlî Beke tu kewaniyê û navê te Arjîn e Car caran were mêvaniyê Van lome û giliyên Nola bêçî û tiliyên êvara îniyê Ji çavê min derxe Bi destê xwe birijîne Di van danên bêdesmêj û bênimêj de Di nava ramanên min ê gêj û qirêj de Deqqeyên bi tirkî, erebî û farisî Tê mêwantiya xewnê min ên qerisî Heke tu kewaniyê û navê te Arjîn e Yek caran were mêwaniyê Wan cin û cinawiran Ji baweriya min re neke cîran Nepejirîne... Hevrêya min Di van danên Mîna av û nanên tenêbûn û tûnebûnê de Barê min ê veşartî, xwîn û tirs e û bilî dilê min Tu kes rewşa wan napirse Heke tu kewaniyê û navê te jî, Arjîn e Êdî were Gend û gemariya barê min paqij bike Di devê tenêbûn û tûnebûna min de birijîne

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Îlhamî Ozer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz