Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Îlhamî Ozer

Îlhamî Ozer

2 görüntülenme 0 beğeni
çi ax, çi gûr Tew tiştek qasî hiş birçî nîn e Raza vî reqesek grîng e çiqas dide, ev qas distîne çi stêrk, çi ezman Tew tiştek qasî çav mezin nîn e Li çi binêre, zû zû bîr nake Lê tû car xwe nabîne çi morî çi mêş. Tew tiştek qasî dil kedkar nîn e Ew serbajarê jiyanê yê Karker û cotkar nîn e çi şûr çi kêr Tew tiştek qasî ziman tûj nîn e Her wekî birîna wê kûr e Lê mar, sîxûr û birakûj nîn e çi hingiv çi şekir Tew tiştek qasî can şêrîn nîn e Lê ew çêj di nava mirinê de veşartiye Bê pakrewanan kes nikare wê bibişirîne çi dar çi kevir Tew tiştek qasî mirinê tenê nîn e Dema destê xwe ji me dişo çi dikûlime, çi digrî, çi dikene çi kîn çi jehr Tew tiştek qasî tariyê qirêj nîn e Ew kortiyê, si`yê qîr e Mîna ronahiyê fireh û bi çêj nîn e çi dirav çi zêr Tew tiştek qasî ronahiyê bi rûmet nîn e çavkaniya wê rehjenên rojê yê Mîna Dîcle û Ferat a bê kek û et nîn e.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Îlhamî Ozer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz