Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Îlhamî Ozer

Îlhamî Ozer

2 görüntülenme 0 beğeni
Keçê ajê Gûne te mina berfa gelawêjê Sivik û nerm bû Ger rojê, xwe di dilê te de veneşartibû Xwîna te çima ev qas germ bû Ajê Stêrka gelawêjê Em çi qas ji hev dûr bin jî Raman û hestê me yên mina tirêjên rojê Li hev neşibin jî Ez jî kurdim, tu jî Heke tu dixwazî kurdayetî ya xwe bijî Zû were Bila êş û jana dijmin Li ber deriyê dilê min negere Dem girîng nîn e Dema tu hatî Ji min re çend kaxizên nola gunê te û pênûseke jêhatî bîne Ezê wê rojê bi wê pênûs û kaxizê şewatek hezar salî derbixim Bila tajan bikeve dilê tariyê Ronahî bikeve argûnê te Ajê Xwîna min Li bin lingê te birije ku Derewa nakim Lewre ez xakim Xakek pir pîr Tujî ajî Ajek çeleng û jîr Ji bîr neke Gazinca min neheneke û daxwaza dilê min ê çar parçe Bes miftehek e Ew jî, ji bo min Hem çek e, hem wêrek e Lê di destê tirsa tarî de ye û der û dora wê tije moz û kêzin Heke tu mifteha mezin neynî çi ez dibim mem, çi jî tu dibî zîn.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Îlhamî Ozer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz