Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Îlhamî Ozer

Îlhamî Ozer

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez avake tazî me şermokim zîzim Di heman demê de Xizan im, belengaz im Min di nava bijangê xwe de veşêre Bila neqefilim, nelerizim Ez erdekî rûtim Heta îro tu kesekî ez najotim Dirûnkerekî kor Bi mistek esmanekî re ez dirûtim Bêbehn û hilm hiştim Barê min tengasî û zîzî ye Min di deleva çavê xwe de veşêre Bila cemeda tariya min biderize Ez dareke birîndar im Bê kulîlk û bê bihar im Nalîna min di koka min de pûç kirine Tamarê min dizîne Silavekê ji min rebişîne Bila mîna erdhejekî min bihejîne Ez agirekî bê dû me şewata ducanî ya min Ji Beriya Zayinê heta îro didome Nav û dengê min Wek ala dîrokê bilind û berz e Min di nava nasnameya min de veşêre Bila beyî te kesek min neparêze

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Îlhamî Ozer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz