Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Helbestên Komî

Helbestên Komî

22 views 0 likes
Kurdî şîrînziman e Silav li yê dizane ( Soran ) Şîrê dayika min e Ji min re ruh û can e ( Qaso ) Maka min da ev xelat Qurban ruh û giyan e (Mem) Dê û bavê min ew e Diyariya Xwedan e ( Konê Reş ) Mifteha jiyanê ye Xweş newa ye sitran e ( Arif ) Bê Kurdî jiyan nabe Her kêlî ye her an e ( Soran ) Zimanê herî qedîm Loma jîn û jiyan e ( Canalî ) Pir xweş e w pir pîroz e Hem ayeta Yezdan e ( Qaso ) Ez wî nadim bi zêran Nirxekî pir giran e ( Arif ) Wek dexla ku me çandî Keda hezar salan e ( Qaso ) Bi şax e dewlemend e Hem zimanê merdan e ( Soran ) Ne kêmî yê Ereb û Firs û Tirk û Tûran e ( Dînarî ) Kurmancî û Zazakî Goranî û Soran e ( Qaso ) Bingeha zarê Kurdî Berî yê Qureyşan e ( Dînarî ) Ew hebe em jî hene Em bi wî l`ser piya ne ( Soran) Rêberê vê hebûnê Celadet Bedirxan e ( Konê Reş ) Yên lê nebine xwedî Pariyê dijmina ne ( Soran ) Zêrîntaca serê min Tenê ew sermiyan e ( Mem ) Hebûn û pênase ye Nasnameya Kurdan e ( Canalî ) 04.11.2017 Amed, Dîlok, Stembol, Qonya, Qamişlo

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Helbestên Komî
🛒 0

Your Cart