Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Helbestên Komî

Helbestên Komî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ew e yara min Êş û sebra min Nadim ti kesî Ew e para min (Soran) Ti kesî navim Na b`Xudê navim Min gulek bese Ew hedara min ( Qaso ) Delala min e Xezala min e Nazik û ciwan Ew kubara min (Soran) Ew gulhinar e Hem nûbihar e Çîçeka nêrgiz Zêrguhara min ( Qaso ) Dilê mi l`ser wê Mirî me j`ber wê Hem par û îsal Hem pêrara min (Soran) Kiras xemrî ye Eyn ew perî ye Dilketyê wê me Kofîxwara min ( Qaso ) Roj û şeva min Heyv û tava min Mal û xanî ye Hem sitara min (Soran) Ez evîndar im Hetta dikarim Ez ê bibêjim Ew e yara min ( Qaso ) 21.10.2017 Amed, Dîlok *Soran Amed, Qasimê Xelîlî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Helbestên Komî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz