Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Helbestên Komî

Helbestên Komî

2 görüntülenme 0 beğeni
JI FETLÊ MAR E BISK Bej û avî têne seyr robar e bisk Payebilind û perwa serdar e bisk Bestî hinav û cergê dildar e bisk Çi ne rimbazê Teter salar e bisk (Tahir Dînarî) Pir bi cewr e yan Dehaq yan Cengiz e Leşkerê Romê ye an ew dildiz e Karê wê mijtina xwîna qirmiz e Çengalake dildirr e xwînxwar e bisk (Qasimê Xelîlî) Dil talib e l`baxê Irem be mêvan Ji dest saqî bade noş ke ji lêvan Dûv re gez ke ji dara sing du sêvan Lê nahêle l`kohê jor xeddar e bisk (Memê Miksî) Zecr û hicran me jê dîtin bêjimar Ne dil û ne insaf hebû wê ti car Lê em şa ne, bi mirina b`tîra yar Çarmix û hem kemend û sêdar e bisk (Arif Selçuk) Ev demek burî li emrê min tenê Gestime ez wê jana lêv û çenê Nêçîr kirim aska deşta Xetenê Feraşîn û zozanê Gebar e bisk (Tahir Dînarî) Bade da dil kafirê çil rojekî Bûm murîd û mestê gulberojekî Kirme cezbê w mam fena dilsojekî Dil dilerzînê ji kehrebar e bisk (Qasimê Xelîlî) Pêşkêş dikim tev kulîlkên erxewan Nazmihan e ew cînarê ebruwan Sipî kir wê ev cînîkê pir cuwan Dilqeswet e ji rehmê bêpar e bisk ( Memê Miksî ) Biskê miskî l`ser dilî bûn wek bela Ser girêdan dil li wan bû mubtela Ka werin sêra feqîro hûn hela Îro dil pêtal e û têr ar e bisk (Qasimê Xelîlî) Li ser seran zêrîn taca key Qubat Bivênevê kes ji ber nabe felat Serkêşa derdê min, ez ji ber ribat Ez neşîm qevzek herim hevsar e bisk (Tahir Dînarî) Pakrewan e, yê ku tîra biskan kuşt Xweş in ku ji zilfan werin tîr û xişt Me hinavek heye ji cefayê mişt Arif ji dest hêjar û bêzar e bisk (Arif Selçuk) Ser li min hejandin gulyên dilruba Xistne kendîlê dilêm biskê liba Dil xilas nabê ji zulm îro siba Her sibih halêm ev e w xwînsar e bisk (Qasimê Xelîlî) Ketim cengê tîr dibûrin ji newqe Hebû yek can rêya wê de kir tewqe Ji qurbana Nebî Xelîl çi ferq e? Tênabîne korekê bê`ar e bisk (Memê Miksî) Min gedayî digrê qozya duçilaq Wek Sedamê kuştin dikir li Iraq Ji dêla ez, ew min davê bi telaq Jêr û nimz e xwehr ji fetlê mar e bisk (Tahir Dînarî) Jêdûrketin ezab e pir kelijîm Şeva tarî ta sibihê ponijîm Nema êdî ez dikarim wer bijîm Piştê îro min tenê tek çare bisk (Soran Amed) Mizgîn le we hat îmanê xemrevîn Di dest min de belav bû ew rengşevîn Sekran kir ser bi va bêhnê `emberîn J`îro pê de l`ser dil hukumdar e bisk (Memê Miksî) 18.09.2017 Amed, Dîlok, Qonya, Stembol

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Helbestên Komî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz