Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Helbestên Komî

Helbestên Komî

2 görüntülenme 0 beğeni
li vî welatî, li serê van çiya doh şaqî bûm, îro eşqiya li navekî geriyan bo qetla min di ferhenga wan de ez: xayînê duhî geh terorîst im, geh qaçaxçî! destên xwe weke pireke dûmanê, di navbera herdu çavên te de, dirêj dikim weke baranê… bi rehên xwe dor-enîka çiyayên te dirêsim sînoran bi siya xwe û sirûda te ditewînim û bi tiliyên xwe yên ji qewanan sorekî ji kenê dîroka te ya bê-reng re dikêşim terorîst im ez… ji xeyn ji vê û beriya zemên û ji xeyn ji zemanên ji bîr bûyî ji serxetê berê xwe didim binxetê ji bo hebûna xwe li neqşekê digerim lê min nedî li gor stuyê xwe xencerek ji bo şehîdên riya bêsirûd ji bo mişextan -qaçaxçiyan- hûn bivin ez ê tixuban terk bikim bivin destên xwe ca şal û şapikan bînin ji kerama xwe alê bînin xwîna li nav berfê û serê çiyê mehînên rewan û ocaxa şehîdan li serê konê yezdan raxînin da êdin neqşên me nas bike de ka dengê evdêl şakiro bînin bila lawîjnan birêjînin da êdin em ciyê birîna xwe baş nas bikin yan jî dijminê xwe yê sereke ey dil li te mizgînî be û li te ey welat, li we ey xwedayan mizgînî be dîsa derdekî din li me hat kutandin sed sal û serdalek din hat bi çepikên derewîntirîn şabaş ey dil ji te re şabaş derdek nû li me hat kutandin sînorek din di navbera me de hat çikandin bazbendê zemên ber bi deruya paşmayî ve nabezin… hatin! bi pîrebokên xwe yên ji pola bi henasa xwe ya sotîner. di pozê me de şewta xîretê di gewriya me de gepa hebûnê, ku ne diçe xwar û ne jî dertê… şabaş ji te re mirin şabaş! va ye tu dîsa hat serdana qewmê xêr ji xwe nedî va ye stara xwe diçirînin berbejn li ser 35 dilên di sînorê hebûn û tunebûn’ê de va ye bi zend û bend bi lingên bê pêlav pêşwaziya te dikin! ji şevan hez dikim carinan reş û tarî, carinan bi hîvê belek belekî şaş fêhm nekî, ne şevên şewlrengî ne jî şevên bi bêhna bedeneke mê sermest rast û eşkere, ji şevên çiyayî ji şevên zivistanên, ku xwe ji çeka li pişta eşqiyayekî re dikin sî, hez dikim. ji şevan hez dikim ji bavê min re digotin; qaçaxçî mehra dayîka min, tim bi hêviya vegera wî ve girêdayî bû. bo xatirê yên venegerî, çi wext ku dibêjin; şev û iya! çîroka wan tê zimên: qaçaxçî, rêwiyên xeyalên beravêtî qaçaxçî, ew ên ku barên wan; hinekî tirs hinekî bêrîkirin hinekî jî qedexe. lê bizanibî, li sifreya wan, çi bêhna nan û hêviyên xweş dihat. ji şevan hez dikim. ma ne xeyal in, dê neyên bombekirin!? li esmanê wan, bila hîv jî hilatibe, bila rêz rêz, stêrçira jî biçirûsin îşev. her ku dilê wan bibije xwîn-şerabê -çima em kurd tên bîra wan- ji bo pîrozkirina sersalê ha çend cixarên bi çermê min hatîn pêçan jî di berre bikêşe cergê xwe yê genî bi serê kurdistana xwe ‘kim wê di gewriya we de neçe xwar ew xwîn-şeraba wan zarokên we desteser kirî li bêjû li robozkî li qilabanê hûn bi dilpakiya xwe mirin ezîzên mino axx! ez ê çawa bijîm li bin vî barê giran! mirinek im li ser vê axê sînor bi sînor qaçax û çar werzan şilfîtazî hoo qesasno mirinek im bi qasî dîroka we kal bi qasî zarokên xwe ciwan qaçax ji kurdistanekê ber bi kurdistanekê eşkere li çûra we dixim geh ji dêrsim, munzûr bi mûnzûr diherikim amûdê dibim xwelî geh bi ber bê dikevim ji wir werbêj dibim li ser sênga helepçeyê bi xerdelî niha pûkên berfê me li qilabanê heta dilê we bixwaze zarok berî nîvê şevê bi qaçaxî li oxira we dixim bi lalîqêrîneke neftî berbangekê dê bibarim çarçirayê û gelî bi gelî bihilim zuhaçemên serhedê mirineke qaçax im hooo qesasno hê di çemê mûnzûr de zipîzuha ma li ser berfa vê axê dicemidim looo niha sorgevez e aso, sorexwîn e befira kurşe bi pirtikên bedena min a hicirandî: erê ev e ez im daykokê, ev e ez im yê sorgevez; yê bi befirê gevizandî hemû xweziyên wî yên di sêzdehsaliyê de… -yê bi pirtikên laşê xwe bûyî berfeşîra sorgevezî li panavên dol û berdolên sînor li ser gîrkirî- ev e ez im ruhê min parçe parçe di bedena min de serî dihilîne hişê min li ber destarê jiyanê çeqçeqokek e dihêre bi çepûrastkî ar(d)ê xwe, hil dike (k)arê xwe ev e ez im li pesarên peyvê yê neyê çi bendan ruh qedqed hiş kerr kerr li ser destexanê; sîniyeke xwînî ya bi 36 gulgulî bêhna sotinê tê ji min bêhna xweliyê ya mirinê û niha berfeşîra sor dialîse firokeyên generalê welatê jorî dialîse dialîse xwîna ciwanên 12 salî ev e ez im li kendalên bêcuhê li pesarên rêbiskî yê laşê wî kirine berfexwîn li ser sifreya çeqel û keftaran tenê ez û li jor li ser serê min di lîtava ezmên de sîh û şeş stêrkên teqiyayî pekiyane her derên şevê, ew nêrînên wan î şilfîtazî li yezdanê dojehîn digerin li yezdanê axa xwe de veke ey yezdan çavên xwe sîh û şeş stêrk hatine birijên hundirên wan bi roniya wan tu yê bibînî bi tena serê xwe me û natirsim, peyvên reş û qîr li ber guhên zaliman dixim weke jahrê diherike dengê min li ber sînorê mêrkujiyê bi çend dengan dilîrînim û têm bi wî dengî dipelçiqînim weke tiriyên reş weke xwînê diherikin di nav destê min de ew dilên nijadperest li serê keleya nîvkada wan hestên xwe cit dikim û diherim… ji roja dîrokê dara xwe çandiye û vir ve her ku qir dibin kulîlkên mezra botan dîsan wekî her car dîsan perdeya bêdengiyê dikşîne ser serê xwe rojhilat û rojava dîsan wekî her car dîsan dengên sorgevez, çîrçîrî dikin ezmanê zilûmatê, li ser dilê koyên zarşêrîn ji gewriya çiyan dengên çardilîn, û wê şevê min got bila guliyek jî neheje ji darê bila baran nebare îşev û nelive ba îşev wê derbas bin refên me em bi xwe hatine mirinê bila kes nebêje me azadî kuşt me perçe perçe kir beden wê milên me û piyên me jî bên li dû me wê tilîkên me tariyê biqelêşin îşev xwîn e, xwîn welatê me dide nasîn gelî bi gelî, jan bi jan û birîn bi birîn ma kê dinasî qilaban! de werin gerrokên vê cîhanê werin morîkên xwînê berev bikin werin van zinaran bi dev bikin mirina bi şaşî dibare ji ezman! rêz dikin terman: balafira bê pîlot û xwedayê bê ziman. -mîsaq-i mîllî- di devê dayikekê de dibe zêmar dîsa, straneke hezarsalî ye li ser vê xakê: “meçe lawo rom xayîn e…” erê birako, rom xayîn e ji lew hê panzêrên selçûqiyan kevir dikin zarokên netebitî li sûkên amedê ji lew hê jî fêrî tu sînoran nekirine dilên xwe yên çiyayî zarokên qilabanî romîno harino di gel sonda xwe ya netewî hûn mêvan in li ser vê xakê em ê sibehekê bi dengê dîkan re biavêjin ser we û bişikînin sonda we ji lew baş bixwin paşîva xwe wek pêxemberekî ku pêxembertiya wî ji destê wî hatiye standin im îro wek pêxemberek rasteqîn lê li kuçe û sikakan tê gerandin wek pêxemberek derewîn... di metn û novelayan de çîroka min nîne qey ez bê îffet û ar im? dizanim wek meryemayê pak û paqij im... lê gava li ber bedenên qatilên zarokên xwe hêdî hêdî dimeşim û li ser milên min canên bêcan... ku wek sêniya nanê germ in herdu milên min hişk û qerimî.. lê bê helm û germayî... îsayê min ê ku li ser sêniya dilê minê qerimî îro li qilabanê bê nefes û bêcan e. îsayê meryemê jî bêtin neşêt ruha wî ji teyareyên reş bistînit.. dîsa jî tu dibêjî tu ne pak î ey qatilê canên bêcan... îro meryema zeman im li ser milên min îsayên cesedane. hewariyên wî jî nayên hewara wî bizane ku dê rojek bêt ku ew heqîqetên tu diveşêrî dê li kuçe û caddeyan bête qêrkirin wek selaya mirina te ey firewnê zemanê min... tengerêyên vê daristana bêbext hînî pêjna sirûdên xwe yên serjêkirî dikim, çavên xwe yên ji dûmanê vedikim û di berfê de çîrokên xwe yên sor ji spiyê kefenan re dibêjim.. bi keskesorê sond dixwim, rondikên dayika xwe bi destmala bîranînan zuha dikim û mija berbeyaniyê bi elfebeya xwîna xwe dixemilînim… darbesta dapîrê xwe ji ser milên xwe diavêjim û rexên mirina xwe şanî karwanên çiyê dikim… li vir im, navê min qilaban e, xewn im, berbangê dixapînim ji êşê didexisim û di êşê de dijîm.. ey gulle! kuro ev gel e! li xwirînî xwîna xortan venexwe ma tu nabînî bi salan e waweyl e? hey kûçikê tûle! a te ne bêvil e, heger bêvil bûya ji barûda hundirê te wê bişewitiya pozê te welle welle heqê te, mirov te û xwediyê te bike yek gulle!… ey teyare! ji te re bombeya te, yar e jehra te, jehra marê teyar e ma qey yê qilabanê ne ezman e? neyar e? ezmanan diherimîne firrîna te, ji şerman serê ewran berra ber wan dide tu bisekine togê, tu yê rojekê dakevî erdê! ey çiya! biperpite, li xwe bixe, bihedime ciwan xwe li navê te digirin, kewên xwe bi te difirrînin, xwe dispêrin bejna te lê tu wan li ser xwe dikî 34 gulle, tu wan li ser xwe dikî berate ma ev e mêraniya te? êdî wext e, bila bi cizbê bikevin zinarên te, bila kevirên te di destê zarokan de bibin cebilxane ey sînor! tu kor bibî, kor îro zikê qantira min a çirriyayî ji min re bûye gorr xwîna min gol bi serê min î jêkirî tê lîstin fitbol! gol, gol, gol! mixabin xwîna min nake çend galan petrol ey berf! bi şeref! ji çermê zikê min wan çêkiriye def ji berfdimska xwîna min bi ser devê wan ketiye kef dilê min hedef ji hawaran, devê min berqef li vê kafiristanê em mirin ref bi ref ey netewe! bila bi kuştina me yekîtiya te bikewe ji bo xwedê (me) ji bîr neke her çi li ser kuştina me bêjin derew e rastî ew e; wê rojê, li ser wê berfê, çêbibû ji xwîna me şilope! Arjen Arî, Ayhan Geverî, Berken Bereh, çiya Mazî, Dilgeş Dilsoz, Ehmed Huseynî, îrfan Amîda, Jan Dost, Jana Seyda, Janez Sar, Lal Laleş, Marin Rehmani, Mihemed Ronahî, Rênas Jiyan, Xecê Omerî, Welat Dilken Amadekar: Bawer Ronahî, Kovara Pêngav

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Helbestên Komî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz