Geliyê Godernê gelîkî kûr e
Dengê bilûra şivan lûr e,lûr e
Ji xeman re yara min ji min dûr e
çend Sal e mame li bende silavê
Geliyê Godernê bi darên mazî
Lê delaliyê tu evqas dilbaz î
Te ez heland im,êdî çi dixwazî?
Hêsrên min diherikin wek çiravê
Geliyê Godernê bi dar û ber e
Periya dilê min kej û por zer e
Wek roja ji pişta zinar wer der e
çavên mirov venabin ji tavê
Geliyê Godernê`b lat û şikêr e
Xizêma pozê te ji dirr û zêr e
Ji kerema xwe re xwe berde jêr e
Li hêvya teme li serê çiravê
Geliyê Godernê`b qirş û êzing e
Dildara min ji keçan re zerzeng e
Dilê minê bi evîn zing e zing e
Ku yarê xezal be ez herim ravê
Geliyê Godernê bi çem û kanî
Yarê tu dermanê maka kulan î
çima qey tu bi dilê min nizanî
Ku awirek nadî min hey bêbavê
Pûşperr 1984/Farqîn
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Girê Dersilê şiirlerine dön