Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Girê Dersilê

Girê Dersilê

2 görüntülenme 0 beğeni
Gerîla wek pileng û şêr e Keçik û kur û jin û mêr e Ceng xweş kir li welatê jêr e Tim li zinar û hîm û ferşan Gerîla merd û cengawer e Qehreman û egît û dîlawer e Gernasê kurd û bîrawer e Herî bi nav û deng û nîşan Gerîla şervan û serbaz e Ji bo rizgarî bi daxwaze Li diyar û li gir û gaz e Bêtirs dike vîlik û pîşan Gerîla bo welat çekdar e Tirs û xofa dilê neyar e şoreşger û tim dost û yar e Bo bindest reben û perîşan Gerîla radibin dilivin Tev li qada cengê dicivin Ziman xweş in tev peyv hingiv in Bo kal û pîr û hûr û gişan Gerîla mafê kurd dipirse Bo xwînxwaran bi gir û hêrs e Dilê dijmin de xof û tirs e Bo gemar û welatfiroşan Gerîla tim dostê bindestan Ji bo azadiya Kurdistan Ew xwedî nav û şan û destan Ew bi şer û ceng û êrîşan Gerîla li çiyan şer dike Tim dilê neyaran reş dike Bi çalakiyan şiyar dike Temar û xewar û xilmaşam Gerîla li taxa jêr û jor Bo welat dirjîne xwîna sor Ew hekîm û bijijk û pispor Derman dike birîn û êşan Herîla bi şewla roj û hîv çek û rextên wan ji zêr û zîv Gundî tim ji wan re dikin şîv Hogeç û beran û gamêşan Gerîla li kort û newalê Bo gula nav xweş û delalê Li dij began dibe hevalê Cenan û avdêr û qeraşan Gerîla jîr û xurt û zane Hem şoreşger hem partîzan e Welat bihaye ne erzan e Ji bo welatparêz û başan Gerîla kulîlkan geş dike Bi bîna wan welat xweş dike Bi şer kedxwaran nexweş dike Li nav zevî bênder û aşan Gerîla bi komel û rêzan Timbi ceng û êrîş û hêzan Bi hezkirin û bi hemêzan Ew hêviya rind û çavreşan Gerîla bi şop û bi rêç in Li dû wan jin û zar û zêç in Di şer de birînan dipêçin Bi nêrebend û bi debîşan Gerîla li bajar û gund in Ji bo bindestan baş û rind in Li dinê tim î serbilind in Kelemên gilîkar û cehşan Gerîla li ser gir û qot in Bi şer dilê dijmin disotin Ew çi bikin? welat firotin Parsek û berazê bexşîşan Gerîla wek tîrêj û tav e Dijmin ji ber bi bez û rev e Mêtinger ji tirsan dikeve Bi jana zirav û lareşan Gerîla xwediyê Kurdistan Heval û hogirê bindestan Li nav gulistan û li bestan Dermanê birîn û nexweşan Gerîla gula rojhilat e Li ser hîm û zinar û lat e Ala wan li birc û kelat e Hêviya dilxweş û rûgeşan Gerîla bawer e dimeşe şêr e bi kêf û şeng dilxweş e Li Kurdistan her agir geş e Bi qot û qirş û qal û xirşan Gerîla şervan in li cengê Govendê dikin kêf û hengê Kedxwar dikin serxweşê bengê Li quntar û kendal û kaşan Gerîla`d cengê de mêrd û mêr Bax û baxçe de bi tevr û bêr Axa Kurdistanê zîv û zêr Bi kar û bar xebat û pîşan Gerîla`l welat hêviya dil Li baxan geş bûn binefş û gul Dixwînin kew şalûl û bilbil çem diherikin bi xuş xuşan Tebax 1999 Amed

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Girê Dersilê şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz