Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Girê Dersilê

Girê Dersilê

2 görüntülenme 0 beğeni
Li Fîsê tovê darê reşand in Rehên darê zinar qelişandin Xurt bûn ax û kevir firisand in Tovvanên tovê darê karker bûn Av dan tavê lêxist baran barî Bihurîn rojên xweş şevên tarî Bi rûyê erdê ket bi dijwar î Avdêrên dar û devî karker bûn Bilind bû pel û şax û gulî da Bilbila dengxweş hat hêlîn lêda şalûla rengxweş hat serî lêda Li bin siyê raketî karker bûn Rehek stûr dirêj bû heta Amed Rehek kemilî berî da serhed Rehên din belav li welatê Med Pêşengên şoreşgeran karker bûn Rehek jî gihîştibû nav Botan Serî dabû li ser gir û qotan Bû dar û sîdar bo keç û xortan Rêzanên keç û xortan karker bûn Rehek rê vekir gihîşte Zagroz Xurt û şît bû,guh nedida bahoz Pir xweş dixemilya ji bo Newroz Pîrozkiroxên wê jî karker bûn Rehek bi dengê bilind çû şengal Bi movikan xemiland bejn û bal Hatin siya wê çend şêr û şepal Rêşanên xurt û hêja karker bûn Rehek serî da li Herekolê Rewşa çem û gulî li ser golê Pela wê bo çaroxan wek zolê Di binî de rawestî karker bûn Rehek bi xurtî gihîşt Gebarê Egît li gel wê daketî xwarê Diket cengê sibê ta êvarê Di şer de bi bore bor karker bûn Dara azadî rewşa daristan Dilxweş bûn şehîdên li goristan şax û ber li her alî Kurdistan Cenan û avdêrên wê karker bûn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Girê Dersilê şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz