Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Girê Dersilê

Girê Dersilê

2 görüntülenme 0 beğeni
Xortê Kurdistanê xurt û karker e Bo niştiman bi çek û rext çekdar e Wê derxe ji welatê xwe neyar e şer daxistiye Pazdehê Tebaxê Ji hev belav bûn ewrên reş û tarî Bi kêrî wan nayê birûsk û harî Baranê şerm û fedî kir nebarî Ji ber êrîşên Pazdehê Tebaxê Baz û çûçik firîn ji serê daran Gur û rovî jî revîn ji diyaran şêwanî ketiye nava neyaran Ji raperîna Pazdehê Tebaxê Dema dijmin bi êrîşan hesiyan Lerizîn bi talerzê pir tirsiyan Ketin xofê zirav li wan qetiyan Ji çalakiyên Pazdehê Tebaxê Pir heyirîn ji hev pirsîn ev çi ye? çi qedaye hat serê me ji çi ye Gelo ji me çi dixwazin bo çi ye Ev têkoşîna Pazdehê Tebaxê Gazî hev kirin bi lezê liviyan Roj beyan kirin û li hev civiyan Qal kirin hişê wan reviyan Ji ber şemala Pazdehê Tebaxê Xewên şevan li xwînxwaran herimîn çavên serê wan sor bûn û werimîn Rehên canê wan ziwa bûn qerimîn Ji ber tîrêja Pazdehê Tebaxê Fêm kirin ku kurdan dest avêt çekan Ji bo li Kurdistan nehêlin dekan Wê ji kedxwar rizgar kin mal û milkan Kedxwar ket tirsa Pazdehê Tebaxê Tebax 1985 Amed

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Girê Dersilê şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz