Evê şoreşa Kurdistan
Bûye hêviya bindestan
Ji bo rizgar bin ji destan
çek hildane keç û lawan
Tev xwendevan û mamoste
Hem hunermend û hem hoste
Cengê dikin bost bi bost e
Xwes dixwînin weke kewan
Karkerên li karistanê
Xwendevan li dibistanê
Serhildana Kurdistanê
Gelan şiyar kir ji xewan
Rewşenbîrên jîr û zana
Tîrêj dabûn van nezana
Yekîtiya van xizana
Dijmin kir kovana xewan
Keçên li malê delal in
Bo welat şît û şepal in
Mêtinger tev xirabhal in
Ji tirs û xof û ji sawan
Tev serbilind û zanane
Karker gundî şiyar bûne
şewqa ji find û mûmane
şivanê pezê li pawan
şoreş gula rojhilat e
Ges bû bi kar û xebat e
Bo wê ceng li kevr û lat e
Kurd çûn ser bi lez û rewan
Geh bi êrîş û bi lêdan
Bi têkoşîn û berxwedan
Bo rizgariya Kurdistan
Tim li kedxwar dikin dawan
Gulan.1991, Amed
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Girê Dersilê şiirlerine dön