Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Çiya Mazî

Çiya Mazî

2 görüntülenme 0 beğeni
Sibeha ku ez Di wê nîvtariya bihara şîrotankîde Rabûm û nivînên min Bi min re ketibûn dîlana xewnên bêteqet Wê berbanga malneava Ku çavên şiloqî Bi dilopên zer nerm dikirin Wê kufnika qozîkên dîwarên nêzî şibakeyan Di dû demekê re Her yek bûn destek û xwe dan ser devê min Wan lêvên min î girêkên jiyanê Bûn bendav ji bêhna min re Wê sibeha ku Zimanê min bû beko ewanê qilafetê min Wê sibeha ku Min xavika te nedît Li tenişta şewqeyê xwe û rewşa xwe î reş û sipî temaşe nekir Wê sibeha ku şeva çûyîn hate bîra min Ku min fêmkir Zingîna êşa serê min Bi zincîra gerdana dilê te ve girêdayî ye û dema min fêm kir şîmaqan hêlîna êvara min xera kiriye û ez xistime hêlkana benê riziyayî Tevna kezeba min bi destên biyan Hatiye verşandin Wê berbanga... Wê sibeha... Wê beyana ku taştê ji min zivêr bûbû Wê şeveqa ku deriyan Ez dahf didam Ji kerba te re Ber bi roniyê ve Wê bêhntengiya perdeyan Ku dibûn alên sereke ji te re Wê sibeha ku Bêhna destên hinekirî Hate bîra min Wê sibeha ku min fêm kir Êvar çawa destpê kir Wê êvara ku nehiştin Ez xwe bi gulîkên te ve dardakim Wê şeva ku min dît Jiyan bi çavên te re ye û nehiştin ez bi hêstirên te re li hev bêm Wê şeva ku nehiştin Roja xwazgîniyê bê bîra min Wê şeva ku sê kevirên me xerakirin û qûçên me ji holê rakirin Wê şeva ku dengê niqrîskên te Porê min weşand û nehiştin ez lorîka te dubare bikim Wê şeva ku ez ketim tatola hebûna te Wê şeva ku tarî li me pêçan û du simbêlbok bi tengala te ketin Cîhê cîhê û tu bi makîneyeke dulûle birin Wê şeva ku min xwest ez raterqî te bibim Lê bedena min girê dan bi sîngê sibehê ve Wê şeva ku ez nexwuyabûm Ji çavên te î di bin paçikê reş de Min fêm kir cîhê min jî tune ye di hundir de Wê sibeha wê êvarê Wê sibeha ku ez poşman bûm li emrê çûyî Belê... Eyn wê sibehê Min jî da du roja tu afirandiye û ez hatim

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Çiya Mazî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz