Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Çiya Mazî

Çiya Mazî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ma bi min ketiye qey gotin tu napeyîvî ji hişkiya dilê xwe Ez dibêjim Tu serê xwe dihejîne hertim Nabe qey lêvên te li hevkevin û ziman diranan paqij bike Ma bi min ketiye bilorînim helbestê para min e tim û tim kovanî dilkeserî barê milê min e Rê nîşan bidim filankeso bêvankeso û kes bi dest min negire tu carî Ji min re nebêjin Tu ji ku tê dihere ku Tu jî wekî wan î Li min dinerî û tiqe tiqa te Kêfa te kêfa kelekê Ne elo çû ne welo hat Ji xwer nake xem tu tiştî Qelew bûye bedena te ji ken Bilorîne Bilorîne lorîka xwe Xem nake bêhntengiya min Ji te re tu carî Xem nake Bobelata min Ez wa hatime û ezê wa herim ji dinyê Tûrê min li milê min şiva bi tenê me Li bin dara şadiyê Pelên xemê diweşînin bi ser min de Bayê sibehan Tu nabînî tu korî çibikim

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Çiya Mazî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz