Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Çiya Mazî

Çiya Mazî

2 görüntülenme 0 beğeni
Em zarokên te bûn Te em avêtin ber derî û kuçan Te ne got: Vana ji bedena min in te kela xwe Li ser serê me rijand Bi nakokiya biyanan Hero şîn û girî Ne me ji dil got yadê û ne te got: zarokên min Em bi hisreta himbêza te man Lê tu... Te tucar rûyê me maçî nekir Tu car hezkirina xwe diyar nekir bi dilgermî Hêstirên te nexuyabûn ji bo me Qey te bera hundirê xwe Dida, yadê...! Bêje.. çima te ne digot Ez ji we hez dikim. Qey te fedî dikir Ji perçên kezeba xwe Qey te nizanîbû Em li ser te mirî nin Te kêfxweşbûna me pir Didît Te nedixwest em bibin bûk û zava Te nedixwest em xweş bijîn Ji bo çi yadê...! Lê bavê me çiqas kişand ji destê te Kalikên me çima we Toreya civakê Li ser serê me girê didan û em hiştin nîv mirov çima... çima hê em xeyidînin Ji hev û dû Dîsa em bang dikin... Destên xwe veke Em xwe bavêjin Himbêza te Bila bisekine lehiya hêstiran û ev hisret bi me re nere gorê... dayika min...! 1997

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Çiya Mazî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz