1-
Heta dev û çavan bi hezkirina te miştim
Tû hebî ez jî heyî me
Tû tunebî ez ne tu tiştim
2-
Bişkokeke şikestî me li dûriyê îşev
û min qulpok qetand
Bêyî ku tu stûkuran bînim ber hev
3-
Kî dikare bêhn bike kûlîlkan
Kûlîlkên temendirêj
Ji xaka temenekî bipîvan
4-
Di giyanê min de tovên çûyînê diçîne
Li ser zeviyên zarokatiya min
Veger leşkerên baranê digerîne
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Çiya Mazî şiirlerine dön