Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Çiya Mazî

Çiya Mazî

2 görüntülenme 0 beğeni
Te ji min sitend çavreşa min Ji kezeba min qut kir Parî parî Di dema çûyî de bê xem Te silav lal kirin ji wê demê de Bê dem Li wan qiraxên sînorên dardakri Ew dem û ev xem li hev nakin ezbenî Bi biratî me berhev kirin bajarok Ji xerzikên zerikan Nenûka min û te bi hev re xwîn bûn Ji sitriyên ber perê bahrê Me feq danîbûn sînorên kubaran Bi hev re Kubar bûn nîşanên sipî Wext nedîn xatir bixwazin û çûn Ew nîşan û ev jan li hev nakin ezbenî Ka soza mêrên berê Di halana palûteyan de dimirin Doz bû ya ronî dikir çavên wan Ji fermanên bavên xwe par sitendin heqdestî Ew soz û ev doz li hev nakin ezbenî Te yara min ji min sitend Bi qondaxa çapliyê bi mil de dardakirî Lê kerem bike Ji sipiyên ber doxîna xwe bipirse Birçîbûna min Ji bo cihê tu tê re diçû û dihat Di bextê min de Tu ket dexlê namûsa min Ji bo delalya xwe î daxilî Lê çavreşa min kete destên te Korfersend Ew bar û ev barbarî li hevnakin ezbenî Namûs ne tenê şibakeya avdest e Dizanim Lê te fedî nekir Ji destên rext girê didan Ji diziya girêkên besta jêrîn Ew best û ev dest Li hev nakin ezbenî Te 47 parsûyê min di kezeba min de çikandin Sî û sê gulle bûn para porxeleka min Te got Qelen benê mûyînî ye bê fedî Belê... Textê te zêrîn e îro Lê ew bext û ev text Li hev nakin ezbenî Tu bi min dikenî niha Bi çavên xwe î şîn Bi ehmeqiya min tu şîr vedixwî Dizanim Lê yên diafirînin buhuştan Ferîşteyên ehmeq (!) in Tu bizanî Ev şîrheramî û ev ehmeqî li hev nakin ezbenî Giha di bin kevir de namîne dibêjin Min hesin kiriye binê solên xwe şor hatiye ber devê derî Zindî ye êdî totê min Ev tot û ew bot li hev nakin ezbenî Tebax 2000

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Çiya Mazî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz