Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ciwan Nebî

Ciwan Nebî

2 görüntülenme 0 beğeni
Yên ku em ji bîr kirin, weke ku şevekê me li derîyê hev nexistibe, ne girîya bin bi hev re, ne kenîya bin û çixareya dawî di bakêtên xwe de, bêhin, bi bêhin li hev negerandibe. Em ji bîr kirin, rahijtin jimarên me ji telefonên xwe, bîranînên me ji hişê xwe û pişta xwe dan me, di helbestên xwe de pişta gotinên xwe. Yên ku em ji bîr kirin em çi qasî, di nexweşxaneyan de, li ber serê hev man, li goristanan me destên hev ber nedidan, di şorşan de, di govendan de, di pêşwazîya darbestên pakrewanan de. Ba îşev, di odeyê de diqetînim, rehtbûneke zîv min digire, ba di odeyê de perçe dikim, rehtbûneke sîka min, weke deyndaran li pey min e. Ez berberoja bîranînan, her şev. Ez diranên pêşî, yên ji devê zarokekî şeş salî ketî. Yên ku em ji bîr kirin dostên me bûn, birayên me bûn, li ser enternêtê gulên elektronî ji me re dişînin û li qeraxên pencereyên xwe yên nuh gulên xwe yên bi bêhn û bedew ji hineke din re av didin. *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ciwan Nebî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz