Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ciwan Nebî

Ciwan Nebî

2 görüntülenme 0 beğeni
Keçikên ewran xwe di himbêza te de tazî dikin, tiliyên xwe dirêj dikin riwê te, mûyên sînga te, keçikên ewran derbas dibin te tevî. Wilo bi barîna baranê re hest dibî, li çola gotinên qure û beredayî, hest dibî ku bajar biçûk dibe, têra gavên te nake, hest dibî ku bajar koçber dibe û tu bitenê dengê gavên wî dibihîzî. Wilo ji helbestê re dibêjî û bajar di bin baranê de kolan bi kolan xwe ji şûna gavên te dişo, tu jî kolan bi kolan dilê xwe, tu diçî gavên xwe !! Tu bi ku de diçî ?!! Baraneke zîv deriyê helbesteke lixweşikandî digire, li ber wê dimînin rêyên ku tu wan bi evîna baranê dipîvî, darên li ser qeraxan jî dimînin, mirovên ku ji baranê direvin û sawa wan jî. Wilo ye. Mirovekî bi baranê pêçayî wê çawa karî be silavê bike wateyê ?!! Baran di helbestê de naziktir dibare, te ev negot ha !! Te negot ku helbest baranê moxil dike ?!! Bitenê te çavên xwe girtin qena riwê te sor şahiyek bibe ferhenga baranê _ tu çi ji baranê hez dikî yaw !! çi nazik dibî weke keçikekê !! Baran bajar li neyinikan digerîne, têr naxwin tiliyên te yên ji hezkirinê sorbûyî , bêrîkên te yên tijebûyî bi stranên baranê te nagihînin gavên te, tu ji xwe bi leztir tiştan derbas dikî, tu hez dikî, lewra wilo bi baranê re dipeyivî û ew gotin bi gotin dibare, gotin bi gotin baran hişê te dibarîne û tu tev dikevî bin baranê de tu tev dibî baran û bi ser bajar de dibarî. Tu digihêjî, tu gihiştî ne ?!! Tu ji xwe dikevî weke bajar ji helbestê !! weke baranê ji baranê !! û keçikên ewran di xwîna te de diherikin, keçikên ewran li dereke din, demeke din bi baranê li kolanên hişê te digerînin…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ciwan Nebî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz