Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ciwan Nebî

Ciwan Nebî

2 görüntülenme 0 beğeni
Rê, dema te negihîne derekê wê te bigihîne te. Wilo dikarî dest bi helbesta xwe bikî, dest bi xwe bikî li pey asoyên comerd, sibehên fireh yên li hêviya te rawestiyayî. Dikarî xwe li rêya xwe gav bi gav bidîhev ber bi helbesta xwe de, gotin bi gotin helbesta xwe bidîhev ber bi xwe de. Dikarî rêya xwe biguhêzî helbesta xwe, weke ku wêneyekê li seyranekê bikişînî, bi şahiya li seyranekê qeraxên rê yên rêzkirî biguhêzî, darên bedew li ser qeraxan, keskahiya daran ku bang li dilê te dike û bahozên ku bi ser wan û porê helbesta te de dibarin. Dikarî bêhna helbesta xwe bikî li rêya xwe, bêhna xwe bikî di helbesta xwe de, çavên xwe bigirî, biherikî, weke ku rêya te bi tenê be, weke ku bi tenê bî li buhişta rê, bilind binihêrî, bi bawerî li kevirên ku rastî te tên. Dikarî helbesta xwe bî li rêya xwe rêya xwe bî li helbesta xwe, yan bi wateyeke din: Xewna xwe bî. Dikarî berê xwe bidî aliyê ku dixwazî, destê xwe bilind bikî weke ku stêrika xwe bigirî, xwe bigirî weke ku te tiştekî xwe dizî be. xwe bernedî û qîr bikî helbesta xwe, bang bikî. Helbest, dema te negihîne derekê wê te bigihîne te. Wilo dikarî dest bi rêya xwe bikî. *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ciwan Nebî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz