Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ciwan Nebî

Ciwan Nebî

2 görüntülenme 0 beğeni
Weke ku kesek rêyan ji bin lingên te bikişîne. Tu hest dibî nuha. Dibe leza te be ku bigihêjî. yan ketina te be ji te. tu diçî, bi lez. Hinek ji te li paş te dimîne hinek ji te têrê dike ku helbestvanê di hundirê te de biveciniqîne, hişîyar bike zarokê ji destê te rijîyayî li ser van rêyan. Ev rê bi xwe ne. Helbestvanê di hundirê te de dibêje. Rêyên zaroktîya te, rêyên dibistana te li bîra te tên?! Xwehir hîna weke ku derketibin seyranekê radihêjin te, ber bi zaroktiya te de, ber bi bîranînan de te dibin, tu kûûûr dibî û çavên xwe li darên tiwan yên li ser qeraxan digerînî, li dikana şekiran ku di qurçika rê de bû li rastî bîranînan, dema westîyayî ji dibistanê vedigeriyayî, çavên xwe li dibistanê digerînî ku li dawîya van rêyan bû, berî merxên ku weke dilê te hişkbûne. Rê diçin raxistî li dibistana te dizîvirin vala ji te, ber bi lîstik û hevalên te de. Rê diçin zaroktîya te, diçin te. Tu nuha nema diçî mala hevalê xwe ku nû, li taxa dibistana te niştecîbûye. Tu nuha diçî taxa bîranînên xwe li rêyên ku te dibin demeke din di hundirê te de û bayê ku bi ser riwê te de dibare çûkên hişê te bi esîmanan dixe te jî, te tevî. Tu nuha bêhna zaroktîya xwe dikişînî, xwe didî hev ji nav bîranînan û herîya rêyên dibistanê ku hîna zivistanan li der dora golan kûr dibe. Golên ku bi mezinbûnê re fêrbûyî xwe ji wan biparêzî ji ketina di wan de!! Tu nuha ketî yî golên bîranînan de û li rêyên bîranînan digihêjî tu gihiştî ku?! Helbestvanê di hundirê te de qîr dike. *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ciwan Nebî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz