Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ciwan Nebî

Ciwan Nebî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ceng bi dawî dibe li bajar şahiya serkeftinê li dar dikeve li çepî bajar li cihê ku em têkçûn em yên têkçûyî werin em li şahiya serkeftinê amade bibin. Em yên ku me tiştek nekirî bi tenê me canê xwe bi qurbana cengê kir mala xwe, bajar û welatê xwe werin em li mêraniyên wan guhdarî bikin. Em yên bêdest mayî werin em li çepikan bixin Em yên bêling mayî werin em dîlanê bikin Em yên mirî werin li şahiya serkeftinê li stranên jiyanê guhdarî bikin. Ceng bi dawî dibe li bajar şahiya serkeftinê li dar dikeve. Şahiya serkeftina me li ser me şahiya têkçûna me li ber me. *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ciwan Nebî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz