Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bêrî Bihar

Bêrî Bihar

2 görüntülenme 0 beğeni
Dîsa şev di nava xwe de qehirî. Xewa şevê lê herimî… Ewrên bar(an) giran, Ji şevê reştir, Bi ser de digirî, Lehiya hesiran diherike hêdî hêdî, Wek biçe diziya feqîran, Li kolanên bêxwedî, Hêdî hêdî dilivînin sivêrnekên pûş… Xewherimî, Dijwarî, Di dil de dilîze, Heman şanoyên wateşûr, Qetla gumanan dike, Bi peyv û hevokan… Her tişt bi ser de tê, Dibe qûbik. Girek bilind, ser sipî. Heman xerabî cihên xwe dizanin, şevreşî, Xewherimî, Xerîbî, û… Di nav germahiya hilmek tînnas, Li nik te dirêj, Destên xwe dirêj bikî, wê maçî bike. Hilma evîneke, Hurik, Wek kulilkeke hespa, Herî sipî, çavbelek, Ew e, maniya li dûrî mayîn, Ku te, Bê welat diegilîne, Siya hilmek germ e, Te li durîtiyê bi şîr û hûngiv, Xwedî dike…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bêrî Bihar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz