Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bêrî Bihar

Bêrî Bihar

2 görüntülenme 0 beğeni
Kes tune bû, Binivîse pirtûka me. Em bi tevahiya jiyana xwe, Li benda destekî bûn, Ku porên me miz de. Di bin lihêfekê de Deh pê û penc serî. Tiştê me germ dikir, Xuşk ûbiratiya me. Li benda çîrokekê man, Di heman jiyana xwe de, Kesî ne got ji me re, Em nebirin xewnên rengîn. Tune bû kes, Ku pirtûka me binivise. Me kaxizek nebû, Fêrdarî nebûn em, Nivisandina pêş û paşiyên xwe. Tev daxwaziyên jinan, Bi peşkên baranan ve zîz bûn. Darikan ne zarok da wan, Ne wan ji hêwiyên wan veqetandin. Ne yarên mêrên wan li ber çavan reş kir, Ne jî xesuyên wan dev ji navcîtiyê berdan.. Hêviyên me wek paçên kevnar, Bi darikên ziyaretan ve petiyan. Me tû caran, Bi dengekî bilind, Bi neşmî,neqîriyan stranên xwe. Bê mirad koç bûn, Dengên bi şewat û ciwan… Her ku me dîroka xwe, Bi gotinên xefî, Ji gûh radigihande gûh, Ku di mejiyan de dibû, Pirtûk, şanoyên xwedî Nobel, û Pê dineqişand jiyana xwe. Me ji bîr kir xwe, Di nava rûpel û şanoyan de. Wê demê Dihate çirandin, Hûrik hûrik, Wek kaxizan jiyanên me…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bêrî Bihar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz