Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bêrî Bihar

Bêrî Bihar

2 görüntülenme 0 beğeni
çavên te; Weke şembelîlikên bi sivêrnekên malsêwiyan ve kişiyayî, Ji dûr ve diçirûsin, dibirûsîn. Ji nêz ve qerisî û efsirîner. Ji dur ve deryaşîneke di avagon de, Ji nêz ve tariyek abadîn, bêbinî. Di binê siyên mijangan de, Ji dûr ve nagihan e, hêzanepenî, Ji nêz ve sotîner, şewatek û xezebveşartî, Nêrînên min qefaltin, girtin, fetisandin. çirûsên çavên te weke çûkên nûgihayî, Ji dur ve şoxûşeng, şahbaz, Ji nêz ve ji hêlînê firiyayî, nexwiyayî. Bi çûkan re digirin senfoniya çawalêhato. çavdêrên çavên te ne çavên min, Dieliqin dimînin bi govengeriya mijangên te ve girêdayî, çûkeçûka çûkan û çirisçirisên çavên te, Ji dûr ve û ji nêz ve, Kêf kêfa we ye…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bêrî Bihar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz