Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bêrî Bihar

Bêrî Bihar

2 görüntülenme 0 beğeni
Ka binihêre! Ev rê... Ev rê rêya me ye Bûye lûsa rawil û sewalan, Ji fêkiyên nêrît û janên me, Ji hêvî û ramanên me doşekên sitûr girêdane Li ser wan mar û dûvpişkan pal dane, Dûyê qelûnên wan bûne ewrên reşgiran li ser baxên me. Li benda barîna herî bi xişm me teyroka wan î xezeban. Ka binihêre! Ev rê... Ev rê rêya me ye Ji peşkên barana şerê azadîxwaziya me, Pêlên dijwar yên neyartiyê dizên, Ji ava zelal vedixwin dostên me!!! Ew xwarinxurên demekî sifra me ya dewlemendiyê şaredariya xwe avakirine li ser qûlpikên têrxwarinê. Ka binihêre! Tu nas dikî? Ev rê rêya me bû Rêya min û te, Bûye korç û newal, Di yek ji wan korçan de veşartî me ez, Bûne delavokên hûrik di korçan de hestên me, Weke sêwîstêrkan li hev civiyane. Dilerizin... çawa be jî, ev rê rêya me bû, Xirab be jî ezê wê biparêz Bi xwezaya xwe ya jinantiyê. çawa be jî ked û xwêdana me rijiyayê. Bixwazî dîsa were, hewl bide û bimeşe, Ezê nas bikim pêlkirina te, Nas bikim ezê, Rêçên te yên nermik Li ser çavên xwe...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bêrî Bihar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz