"Sêda Rudenko ra"
Te vekiriya Ahmedê me dil û dîwan,
Te hildaye mij-dûmana serê Sîpan,
Te ser "Mem-Zîn" da alîkî xubar û sî,
Ahmed hatiye û sekiniye rex Fîrdûsî.
Zanîna xwe te bona kurd kiriye şemdan,
Ji xizna kurd tu derdixî lal û mircan.
Tenê xêncî şiêr-dîwanê me ye buhuşt,
Li vê dinê te ra tune, tune tu tişt.
Kê wê bêje bi ruhê xwe tu ne kurd î,
Na, tu Zîn î, Zîna teze evîn girtî,
Bi dilê xwey kinêz, şewat, letîf û naz
Bûyî bengî ser cimeta kurd e mêrxas...
Lênîngrad
1964
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şikoyê Hesen şiirlerine dön