Min go: "Ez kal bûm"-
Û dem li min keniya,
Weke heyştê sal bûm
Bext min hate meniya.
Min ar-arvan hêra
Û rêç kir berf bêra,
Zivistana seqem
Neda mecal û çem
Ro li bin ewrê reş,
Qulibiye emrê geş...
Tune talaş û minet,
Min dinya kir cinet,
Lê kir xemla teze
Ez şa me, şa ese...
Yêrêvan, 1965
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şikoyê Hesen şiirlerine dön