Baran dibare...
Baran dibare...
Dinya xwe dişo,
Û ba dizare...
Û ba ewrê reş
Şiv dike, dajo,
Çawa şivanê
Kerê pêz bajo...
Nişkê va ewr
Ber rojê heliyan,
Keskesor derket,
Ser çiya bû kevan...
Bilbil sitra
Ji huba dila,
Evîntiya gula..
*Ji pirtûka wî Payiz û Ba (Şi’rên Bijarte), Avesta, 2008
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şikoyê Hesen şiirlerine dön