Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şikoyê Hesen

Şikoyê Hesen

2 görüntülenme 0 beğeni
Desta bipesin... Desta bipesin, Ewe ziyaretin, jîyîn, nifûsin. Tim zarê ji dê ew dikin xilaz, Ew dikin temiz dergûşa bi naz. Dest in, wek pencê tava pirşemal, Ber û bedena vedikin kemal. Didine zarê bistanê sergul, Didin bêşîkê hin hejê, hin kil. Û şev û rojê dirêj, kîr û bîr Didin dergûşê ew qewat û şîr. Dest in, wekî tim dişon rehmetîya, Qebre dikolin tim bona benîya, Dest in, wekî tim mirî dikin rê, Dest in, wekî tim dadixin qebrê, Xweliya ziyaretî dikin ser mirî Û temiz dikin çavê bi girî... Û roja şînê, roja şipûkê Qirçînê tînin serçav û çokê. Û roja qayimê, roja şer û ceng Çeka hiltînin çapik û çeleng. T..... , qewat û zora desta Serî dipekin meydan û besta... Berdidin dizgîn-gemê menekîya, Dişîqin mîna ewrê belekîya. Kubar ew digirin beyraq û alê, Bi altindarî vedigerin malê. Û desta kevir kirin çek, çagûç Û qîza kolan mîna gûza pûç. Birin ber-kevirê pir girnûz û pût, Telî-tengasî hûf kirin wek hût... Bende bi desta dar li darê sû, Jê pirîsk pekiyan, vêket agirê sût... Wî goştê rawê kir nava êgir, Ac-ac merisand mînanî şekir. Û bûne hogir bende û agir, Sur û seqama mixara da mir... Tîr-kevan çê kir bende bi desta, Û tebiyeta zor jê ra bû destda, Û desta bend kir gayê beyanî, Desta xuluqand nîr û bensamî: Û desta çe kir hin kotan, hin cot, Û bende kubar kumê xwe kir qot. Li bestê batin kir cot û cobar Û dinya rengîn xwe ra kire war. Û desta reşand toximê şayê, Û berda birî serê xelayê... Û desta danî hîmê tam û taş, Çêkirin çeqçeq û aş û beraş... Desta ava kir bircê nexş, belek, Lê hatin sêrê horî û melek. Bûka ra hûnan xêlî û perde, Mînanî tava îşiqê berde. Û kincê zava û xemlê bûka Bûne nexş, rewşa bazar û sûka. Ser çemê qudret çêkirin pira, Bende bende ra hat û bû bira. Desta çêkirin hin def, hin zurne, Mînanî xewna buhurîn qurne. Û huba dilê bende bû wek ber, Û eşq û şayê dinê kir sefer... Û bûne qeyinter pey hevdu dewran, Zeman xericîn mînanî ewran. Bendek ma kesîv, bendek dewletî, Hatin hêsîrî, zulm, dutîretî. Û boy kurtole nanê reş, tisî Bende bende ra bû dijmin, qomsî. Û bendek zêrîya kire nelenel, Û emir jê ra bû jehrake tel. Tamarê desta rabûn, bûne şiv, Bilûra zulmê kire guveguv. Û mînanî ziya dinê kişiya zulm, Destê hêsîra rabûn bûne kulm. Û sal û zeman, û rojê û şev Hevdu ra rabûn û kulm bûn mêşe, Li ustiyê zulmê ew dest bûne şe Û xeniqandin zulma arîşe. Desta hûr xweş kir hin text û hin tac Û azayê ra bûn çar û îlac... Û ew destê zor, kutayî, mazol Dinê ra bûne hin îman, hin yol... Tek bi zora dest, bi zora kulmê Dinê diqetin zincîrê zulmê... *Çavkanî: Medya civakî, @mount_ararat FERHENGOK bipesin = pesnê wî bidin nifûs = hêz tim zarê ji dê = hemû zarokên dayikê pirşemal = pir tîrêj, biriqî vedikin kemal = mezin dibin, digîhîjin didine zarê bistanê sergul = didine zarokê serê çiçika, dimejînin hin kil = hinek kilandin kîr û bîr = kibîr/mezin û kûr tim dişon rehmetîya = her dişûn mirîya tim bona benîya = her bona însana roja şipûkê = roja dehşetê, tirsê roja qayimê = roja xurt menekî = menegî, mehîn, hespa mê Dişîqin = dişîrqînin, deng derdixin Bi altindarî = bi zafer, bi serkevtî Telî-tengasî = bi zorberan hûf kirin wek hût = pif kirin mîna dêwan agirê sût = agirê hêşîn goştê rawê = goştê nêçîrê Ac-ac merisand = birçî birçî xwar, kotand, kojand nîr û bensamî : dar û kapê girêdana gamêş bi ser erebê va bende = evd, mirov bestê batin = rast-berên sêyr, deştên batinî berda birî = ji nêz va jêkir himê tam û taş = bingehê avahiyê buhurîn qurne = derbasbûn sed sal çêkirin pira = pire/koprî çêkirin huba dilê bende bû wek ber = eşqa dilê mirov bû mîna derya bûne qeyinter pey hevdu = zû derbas bûn Zeman xericîn = wext xuricîn, kişiyan çûn Kesîv = feqîr, xizan dewletî = zengîn dutîretî = durûtî kurtole nan = kerîk /parîk nan qomsî = sîxor zêrîya, kire nelenel = eziyet lê hat kirin , kire hewar emir jê ra bû jehrake tel = jiyan wî ra bû kul-derd Tamarê desta = demarê desta mînanî ziya = wek ronahiyê zulma arîşe = zordariya kompleks azayê ra bûn çar û ilac = azadiyê ra bûn hewar û derman

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şikoyê Hesen şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz