Ji zayîna rûmeta mirovahî
Ji destpêka dîrokî şehrezayî
Ji deryayê zanistî û zanîne
Ji honandina rista şerê jinê
ji bermayî yên şûrê setemkaran
Ji kavil û xopanên dîl û jaran
Ji kerb û hesreta çend hezar salan
Ji îbreta çîroka bav û kalan
Ji pêsîrên dayikan şîrê helal
Ji kezeba vî erdê ava zelal
Parî parî dilop dilop te paland
Li parsiyên me yên tazî te aland
Ji meydana kemalê bê kemalî
Te rûmet jê afirand, nema xalî
Te anî rehê Melayê Cizîrî
Li dû, te vejîn kir Elî Herîrî
Te kêfek da dilê Feqiyê Teyran
Ji te ra dinê hemû maye heyran
Piştê te çend sedsal dane me dûrdî
Bes dîsa, me berneda zarê Kurdî
Ew zimanê te anî întîzamê
Her dem rûmete ji bo êl û amê
Ew Kurdên melûl û jar û bê hesêb
Te ji bo wan afirand ilm û kitêb
Tu bûyî merîfet û esl binyad
Bi te tim serfiraze gelê Ekrad
Ey seydayê bi rûmet û dilovan
Tu ji hîsên me re bûyi Tercûman
Te dil da kurdistan, birka evînê!
Lewra te kir bahane Mem Zînê
Li tîbûna hezar salan bû kanî
Bang û zarê bêzaran Pîrê Xanî
Tu bûyî sitêra jînê xan û ban
Li hewşa te xwe hatin zarên Kurda
Tu bûyî tilsima şitla hebûnê
Tu bûyî serkaniya serxwebûnê
Bi kotekî û hejaran bûyî giyan
Kî vxwar qurçek ji te rabu piyan
Wek Mehemed, Riza û şêxê şirîn
Wekê Osman, Celadet û Cigerxwîn
Belê dilê Kurdan hêj bi birîne
çan ku dîroka Kurda tew bi xwîn e
Hêj jî miselletin li serê Kurdan
Werîsên mîratên Beko yê Ewan
Piştê te çendî car kirin goristan
Sed car şewitandin xaka Kurdistan
Amed û Dêrsim, Zîlan û Agirî
Lîce, şernex, Helepçe û Qoçgirî
Zilma Ereb û Ecem li hêlek e
Singû yêjon Tirkan jî li kêlek e
Alek min merdî, mêrxasî, rûmet e
Alek min ji dojeha xiyanet e
Alek min xirab êxistî, xopan e
Alek min tim li piyan wek çiyan e
II
Ew enyada te ya hember bêdadî
Hiş û giyan e bo me tu jî zad-î
şîretên te ji me re dewr û dersin
îro li şopa te hezarin girsin
Her ku em pirsa xwe ji, te dipirsin
Em li dilê nemerda xof û tirs in
îdî Egîtin biçûkêd Kurmancan
Erdhejin li textê sahîb rewacan
îdî Kurd bo sahîban ne gedan e
li doza serxwebûnê canfedan e
Wer ji te re bidim methê mêrane
Her yek pelengek ar û ejderhan e
Qirp û qiyamet e ew li piya ne
Giyan pola û têjikê çiya ne
Car diwelidîne Guderz û Rustem
Vejîne li Dehaq Kawa`yên Hemdem
Kemal û Heyrî û Xakî û Mezlûm
Ronî û Rûstem û Mizgîn û Mehsûm
Azad û Dêrsim û Bager û Sozdar
Roza û Merwan û hezar û hezar
Ew Kurdên ku Romê li Agirî gor kir
Egîdên bi xwîna xwe nû bi can kir
Ew Kurdên ku li ber dijmin serî qor
Lehengên Kurdan îro hildane jor
şitla azadiyê bi xwînê avdan
Bûn şan û şeref û li dinê nav dan
îdî Kurd li piyanin û dimeşin
Wekê berê ne kor û çarereşin
îro Kurd jî bi serok û partî ne
Li doza azadî ber pê xwe dîne
îdî Kurd li xwe xwedanin piranî
Mizgîn li te ey şêx Ehmedê Xanî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Miraz Ronî şiirlerine dön