Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Miraz Ronî

Miraz Ronî

2 görüntülenme 0 beğeni
Tu bûyî Zîn Zîn`a Zêdan Te ez kirim Mem`ê Alan Nemerd bûn Beko`yê Ewan Wan te ji min, min ji te kir Bê te nexweşim bêhal im Bi evîna te dinalim Heliyame post çermetal im Sedem ku min his ji te kir Bo te şandim sed xazgînî Minra kes nanî mizgînî Kî hat gote min tu dînî Herek kulek li min vekir Wa jar nebûm li tu wexta Bûm ji tac û bûm ji texta Ez ketim tora bêbexta şer û îsyan fayde nekir Bes ji zindan min derînin Zû Bozê Rewan bişînin lez loqman li min bighînin hêj ku axa reş min nebir Gelo dilsoj kesek nîne? şûr ji kalan bikêşîne Lêxe heyfa me hilîne Ta ku xwînê cendeka bir

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Miraz Ronî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz