Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîkaêlê Reşîd

Mîkaêlê Reşîd

2 görüntülenme 0 beğeni
Herkê ew şuxul destê mindabe, Dest nalerize û dil rehm nabe, Ezê wan gişka, kê şer dixwezin, Hildim û bikim firindê mezin, Bifirim ezman û dewsa bomba Jorda bavêjim celata, zorba, Ê ber hêsîrê zarkonga ker bûn, Ça gurê birçî, ça gurê devxûn, Kê ku derd-kulê daykê dinyaê Boy xwe kiribûn kanînga şaê Û boy kîjana xûna meriva Dibû mal û zêr roja û şeva. Û herkê ew yek destê mindabe, Dest nalerize û dil rehm nabe, Ezê wan gişka, kê şer’ dixwezin, Bikim bogaza topê pir’mezin Û pê wan topa agirkim bê zar. Agirkim ezmîn û kosmosa sar, Wî ezmanî, ku kirin ce’nime, Wekî ezman jî reşbe bona me, Wê kosmosê, ku wana xwest boy xwe Bikin meydana şer’a û de’wa. Bila meytê wan li kosmosa sar Dora dinyaê bifitilin lal, Wekî silsilet dîna xwe bidnê, Zanibin kî bûn xezebê dinê. Pey wê yekêra minê bigota Hemû qîzê nûr û hemû xorta: - Herkê dixwezin, R’abin û syarbin firindê mezin, Bifirin bêxem ezmanê sayî, Û çawa xweyî Dîna xwe bidin topa dinya me, Ku bûye cinet, lê ne ce’nime, Û hûnê bêjin:- Dinya çi başe, Emir çi şîrin û çiqas xweşe! 1965 ji We'de-Pencere-Mitale, Weşanxaneya Belkî *Me dest nedaye rastnivîsa wê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîkaêlê Reşîd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz