Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîkaêlê Reşîd

Mîkaêlê Reşîd

2 görüntülenme 0 beğeni
Dilêm wire, li wan ç’ya, Li wan cya, Kîderê ku zeng û zinar Bona kurda bûne sitar, Kîderê çem dikewgirîn, Wexta dişon hezar birîn, Birînê wan lawê efat, Ku hiştine mal û xebat, Rabûne şer’ bi sîng-beden, Wekî nebin feqîr, reben, T’ucar nebin qûlê neyar Û nemînin bê mal û war. Dilêm wire, li wan ç’ya, Li wan cya, Kîderê, ku teyrê kubar Hêlan xwera kirine war Û kurdara bûne heval, Ber çeva tim ç’ya û newal, Kîderê ku kulîlkê al Bîrnakin wan mêrê helal, Ku boy weten şêr’da can dan, Û xûna wan Boy kulîlkê li wan deran Bûye rengê şîna giran. Ez dixwezim li wan ç’ya, Li wan cya Rokê rabim û bigerim, Kîderê ku xûn bû, mirin, Û ramûsim mezelê wan, Ê ku candan, Wekî timê bijî weten, Navê me kurd û Kurdistan. 1964 ji We'de-Pencere-Mitale, Weşanxaneya Belkî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîkaêlê Reşîd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz