Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîkaêlê Reşîd

Mîkaêlê Reşîd

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez destê xwe didim Ser bedena darê, Û destê min hêdî Ricafa wê dibhê. Û dar dijî, dijî Ne ku tenê boy xwe, Lê bona min, boy te Û bona wî dijî. Ba belgê darêda Xwera nerm distirê, Kilama wê xweşe, Ça berbanga sibê. Û dinê bona min Dîsa xweşe, teze Çawa teze bû, ew, Wexta ku zar bûm ez. Dar bi ricafa xwe Bin destê min vira Kilama zarotya Merivaê distire. 1972 ji We'de-Pencere-Mitale, Weşanxaneya Belkî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîkaêlê Reşîd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz