Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mîkaêlê Reşîd

Mîkaêlê Reşîd

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez tercimeçîme, Ez tercime dikim be’sê dinyaê. Halê min çîye? Carna ji be’sa xewa min naê. Ez çawa razêm, Wexta li dinê hê xûn dirije, Ez çawa razêm Zar şîrê dayka kuştî dimije. Lê be’s jî hene, Wekî dixwezî dinê hemêzkî, Sifet bi kene, Û tu dixwezî hemûşka hizkî. Ez tercime dikim Deng-be’sê teze ji hemû erda, Ez tercime dikim Be’sê derheqa cimaeta kurda. Kurdistanêda Ser ç’ya top bûne ewrê reşî reş, Kurdistanêda Xûnê sor bûne kirasê qerqaş, Kurd Dîsa şer diçe, şerekî giran, Dijmina lêda Û se jî neman li gundê wêran. Dewet bûye şîn, Ken bûye nelîn, deşt bûne megber, Cew dike xuşîn, Yanê digirî, ku bag man bê ber? Cimaetê çêkir, Cimaetê şênkir erdê kal-bava, Dijmin wêrankir, Û xirabe man ji gundê ava. Ez tercime dikim, Xûn dimewice nava temara, Kurd hê şer’dikin, Bila şa nebe dilê neyara, Wê rojeke bê, Ça nûra sibê, Ezê tercimekim be’seke xêrê- Kurdistan dijî, Neyar çû gorê. 1963 ji We'de-Pencere-Mitale, Weşanxaneya Belkî *Me dest neda rastnivîsa wê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mîkaêlê Reşîd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz