Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mela Xelîlê Mişextî

Mela Xelîlê Mişextî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji ber te şêt û şeyda me Ciwan û xwînşîrîna min Mişext û jar û riswa me Cihê sebr û evîna min Nemaye sebr û aramim Binêre şiîr û îlhamim Erê ka bade û camim Ku derman kin birîna min Ne derman e û ne noşdar e Ne diktor e û ne pisyar e Dilê jarim birîndar e Ne Îsa tête hana min Birîna min qewî kûr e Me êşek muzmin e û pîr e Hewara gurgî ye, dûr e Mixabin bêxudana min Reş in çend bax û bîstanim Nema cê geşt û seyranim Piyase û rav û geryanim Wilatê nav şirîna min Hezîn in wargeh û berçel Nema nesrîn, gul û nafel Diçeriyêtin li nav da qel Li nav genc û xezîna min. *Çavkanî: Besam Mistefa, "Mela Xelîlê Mişextî: Serpêhatiya Pênûs û Jiyanekê"

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mela Xelîlê Mişextî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz