Derd û kovanan helandim
Gulnîgara min bes e
Tîrê mujganan mirandim
Kofîxwara min bes e
Keftîme çol û biyaban
Her wekî Ferhadê jar
Ey Şirînê kanî derman?
Derd û jara min bes e
Ax ji ber derdê evînê
Pîr kirim wê nav şirînê
Bîr kirim li perda nehînê
Perdedara min bes e
Te bi xwîna xoşewîstan
Pir xena kir herdu destan
Pê berav kir bax û bîstan
Dilbeyara min bes e
Sed hezar te derbider kir
Ber bi derya û pişt li agir
Nûh û Îbrahîm cuda kir
Keştîkara min bes e
Çend wekî min derdedar e
Xeft li nava axa sar e
Te nîhaştin, kî xisar e
Av û nara min bes e
*Çavkanî: Besam Mistefa, "Mela Xelîlê Mişextî: Serpêhatiya Pênûs û Jiyanekê"
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mela Xelîlê Mişextî şiirlerine dön