Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mela Xelîlê Mişextî

Mela Xelîlê Mişextî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey welat gava te gaz kir Bo mirin ez hazir im Canê min bo te fîda ye Û gorî ye bo te ser im Ez bi qirme û Ingilîzî Dijminê min bi tank û top Ger ji berdan im diyar e Nan heram û kafir im Ger welatê min bisojin Bi agir û kîmya û kîn Agirê wî qet çi naket Ez bi xo her agir im Wan bi xaz û gaze gazî Ez netirsandim demek Seh bike dijmin li çar La nahewin ber xencerim Baba Barzanî dibêjit Ey Mişextî xem nexo Meş`lê Sasan û Mad im Zinde me û qet namirim Ger li nav hêl û helay Hazir nebim ez bo çi me Seh ke Donkîşot li çar la Keftîne şirrim pirrim Dewrê Mad û rojê Zerdeşt Mulkê Kurd e ev welat Mulkê Kurd e û her ji bo Kurd Bo min û bo te û kur im Mulkê Kurd e û her ji bo Kurd Heqê kes dî tê niye Dijminê dest bo dirêj ket Kep û lêvî dê birrim *Çavkanî: Besam Mistefa, "Mela Xelîlê Mişextî: Serpêhatiya Pênûs û Jiyanekê"

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mela Xelîlê Mişextî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz