Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mela Xelîlê Mişextî

Mela Xelîlê Mişextî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ger te mal û pez nebin kovan çi ye Yan te bax û rez nebîtin tan çi ye Yan te nan û sifre nîne xan çi ye Şibtî bay dunya dibûrît jan çi ye Roj û şev bo kes nemane qamekê Dê giriftar kin hezaran bi davekê Her kesek dê bîte dîlê çamekê Xoş bîtin yanî nexoş raman çi ye Ger tu sax û ketxuda bî, tendurist Yan belengaz û geda bî bê helist Yan jî şay heft kîşwera bî, ey bira Tubekê cangî dibey, saman çi ye Ger tu jar î, derdemend î, lê nenêr Ketxuda û dewlemend î lê nenêr Ew dinê karwansera ye û karwan Carî tênê û bar dikin, fîxan çi ye Sed bira û kur hebin, tu her tu yî Zêr û gewher te hebin, tu her tu yî Bo te ye, tayek kefen, tu her tu yî Nan genim bît yan ceh û zîwan çi ye! *Çavkanî: Besam Mistefa, "Mela Xelîlê Mişextî: Serpêhatiya Pênûs û Jiyanekê"

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mela Xelîlê Mişextî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz